Stichting Koerdische Rode Halve Maan - Nederland

Banga Lezgînî Ji Bo Alîkarîyê Ji Rojava re

zarok-serekaniyeHemû gelê Kurdistanî û hemû alîkarîxwazên hêja: Em, gelê xwe yê Rojava yên di bin dorpêçiyê da ne bi tenê nehêlin. Gelê me yî Rojava, ji ber girtina dêrîyên sînor û ji ber rewşên giran yên zivistanê, di nav rojên dijwar de dijî. Ji bo van sedeman, gelê me yî Rojava, bi lezgînî hewedarî alîkariyê ye. Hûn alîkariyên xwe, dikarin bilez, li ser Heyva Sor a Kurdistanê, ji gelê me re bişînin. Heyva Sor a Kurdistanê, ji bo ku alîkarîyên we di dema xwe de bi gehêne cîhê xwe, amadeyiya xwe kiriye û li benda alîkariya we ye. Heya îro, alîkarîyên pereyî û dermanên ku ji gelek welatên Ewrûpayê hatibûn komkirin û ji me re hatibûn şandin, me gihandîye cîhê xwe. Gelê me yê alîkarîwxaz! Jibîr nekin ku, bextewarîya herî mezin, şa kirina kesên ku hewceyî alîkariyê ne. Werin em dest bidin hev û vê bextewariyê bi hev ra bijîn! Roj, roja vala derxistina amborgoya li ser gelê me yî Rojavayê ye! Roj roja piştgirtinê ye. Heyva Sor a Kurdistanê

Spas ji bo alikariya we.