Stichting Koerdische Rode Halve Maan - Nederland

Projeyên me

Projeya alîkariya zarokên

projezarokHeyva Sor a Kurdistanê, projeya alîkariya zarokên bê dayîk û bê bav û bê kes û malbatên perçe bûyî, di sala 1993’an da daye despêkirin. Xebatkarên me yên dildar, li ser vê çarçovê, daxwaznameyên rêze navan li ber çavan ra derbas kirin, dît in ku bi hezaran zarokên hewcedar li Kurdistanê hene. Ji bo çareser kirina vê pirsgrêkê serê xwe êşandin û ketin nava lêgerîn û hewldanan. Xwestin, di vî warî de heşyariya civakî çêbike û xêrxwazan bikişine nava alikariyê. Her wiha em bawer dikin ku însan, ji dayikbûnê ve rind in û xêrxwaz in. Yê ku mirova xerab dike, şerd û mercên xerab e, weke mînak; şer, ceng, feqîrî û hwd.

Bi xebatên zanistî, hewcedariyên insanan hatiye rêzkirin. Xwarin, vexwarin û lixwekirin, hewcedariyên bingehîn ên biyolojîk ên însanan e. Dema ev hewcedarî hatin dayîn û cih û warê ewle ji bo jiyana malbatî hate amade kirin, mirov, dê xwe di nava civakê de weke kesekî rêzdar his bike. Piştî van hewcedarî hemû pêkhatin, mirov, dê bixwaze “hinerên xwe yê afrênerî” yê di kûraya mejiyê wî de ye derxe holê. Eger evaya pêk neyê, xebata ji bo çareserkirina pirsgrêken psikolojik ên zarokên me yên weke şîddetê, kîndariyê, êrişkariyê, stres, deprasyon û hwd, derkeve holê.

Armanca Projeya me, pêdekirina çareseriyê ji bo van pirsgrêkên ku derketiye holê ye. Dibe ku, ne dîtin, înkar kirin, an jî ne razîbûna ji pirsgrêkên civakî, di demek kurt de, rihetiyê bide civakê, lê belê eger di zemanê xwe de destavêtina van pirsgrêkan nebe, dibe ku xerabtir bibe. Em dixwazin, li welatê xwe, bi vê projeyê, pirsgrêk, hêj ku girantir nebû ne, tedbirê bistînin.

Alîkariyên ku hatine kirin

Li ser bingeha projeya ku di sala 1993’an da hatiye despêkirin, heta roja îro li Bakûr 210, li Başûr 150 û li Rojava jî ji 85 zarokan ra alîkariyê dikin. Li Swisre jî, hinek malbatên me yên halê wan xweş, ji hinek zarokên li welat yên êtîm re alikariyê dikin.


Proje ya tendyrusteyê

projetendrustiDi zagona bingehîn a Saziya Tenduristiya Cîhanê(DSÖ) de, dibêje “tenduristî, bi tenê nebûna nexweşî an jî seqetiyê nîne, saxiya hemû laş a giyanî û civakî ye”. Tê wateya, divê, kes, tenê bi saxîtî ya rind a biyolojîkî ne, bi psikolojikî jî rihet û xwedî huzur be, hingê ewê di nava civakê de weke mirovekî rêzdar û tenduristiya wî baş were qebûl kirin.

Xizmeta tenduristiyê jî, xebata komple ya hemû bi hev re ya ji bo parastina tenduristiya kesan û civakan, derman kirina nexweşan, alîkariya bi seqetan ra ya ji bo bêyî ku bi kesî ve girêdayî bimîne bi serê xwe bikaribe bijî û xebata bi armanca bilind kirina asta tenduristiya civakê ye. Û her weha li goreyî Belavoka Alma-Ata ya sala 1978’an jî, ev mijar wisa tê şîrovekirin: “Xizmeta tenduristiyê, mafekî ji dayikbûnê ve hatiye bi destxistin, divê bi têgîna edaleta civakî, wekhev, di civakê de li herkesî were parvekirin.Di heman demê de, li goreyî vê belavokê, binpêkirina mafên mirovan weke sucdariyê tê nirxandin.

Li şûna ku dewlet, ji bo jiyanek ji mafên mirovan ra rêzdar û aram misoger bike, berovajî, dewletên mijokdar û dagirker, li erdnîgariya Kurdan mafên mirovan xistine bin piyan. Zerar û ziyana mezin dane eko-sistema erdnîgariya delal a welatê me, gelek gund û daristan şewitandin e, cih û war hatine xera kirin, asarên çand-dîrokî û zeviyên hêja yên bi xêr û bêr, bi projeyên bendavan xistin binê avê. Bermayiyên jahrî li Kurdistanê çal dikin.

Evan kiryariyên dewletan, giha û dar û hewaya erdnigariya Kurdistanê jî guherandiye, buye sedemê bêhemahengiyê. Ev jî, yekser tenduristiya gelê me xera dike.

Peywirên bingehîn ên projeyê

Parastina tendurustiya gel û tedbîrgirtina ji bo xeterên li ser tendurustiya gel, alîkarî kirina bi lez a tibî ji bo her cûre qeda û afetên xwezayî, şewat, teqîn, erdhej û birindarî, li goreyî pêdiviyê van kesan bigihêne saziyên tenduristiyê yên herî nêz.

Ji xwe re peywir dibîne ku, ji bo di tevgêrên civakî de, weke kongre, mitîng û tevgêrên sportif de pirsgrêkên tenduristî dernekeve, tedbîran bigre û eger pêwîstî jî derket, bi xwe an jî bi sazî û dezgehên hempîşe re bi hev karî xizmetê tibî yê bi lez bike.

Alîkariyên ku hatine kirin

Başûr

  • Heta nuha, di çarçova Projeya Tendurustiyê de, 50 ton amûrên tenduristîyê û cil û hwd, li gel Ambulansek bi tevayî barkirî, gihişt xizmeta gelê me yê li wargehên penaberiyê(gelên me yên ji Bakûr û Rojhilat koçber bûne) dimîne. Her sal li wargehên penaberan; li Helepçe, Kalar, Balîsan, Koya, Hewlêr û Mexmûrê, bi komek pizişkan xizmeta tenduristiyê tê pêşkêş kirin; doktooran, li dor 1500 kesên nexweş nêriye û derman kiri ye. Her weha li gel van alîkariyan, saziya me ji roja hatiye damezrandin û heta roja îro berdewam alîkariya pereyan jî dike.

Li perçeyên Kurdistanê yên din jî, xercên tenduristiyê yên gelek însanên me yên hejar û bi lezgîn hewcedar jî, dayî ye.

Bakur

  • Xercên xestexanê, yên hinek xortên Kurd hatin dayîn, yên ku ji alî hêzên polîs û jendermeyên Komara Tirkan li Colemerg, Gewêr û Mersinê, di rojên cuda cuda de hatibûn birîndar kirin.
  • Berdewam, ji 4 malbatên feqîr re, ên bi nexweşiya penceşêrê ne, alîkarî tê kirkin.
  • Ji hinek mexdûrên şer re, ji bo hewce-dariyê wan ên tenduristî alîkarî têne kirin.

Rojava

  • Xercên 4 însanên me, yên bi nexweşiya penceşêrê ne, têne dayin.
  • Gelek amûr û dermanên tenduristiyê hatiye şandin.

Li Ewrupayê; di çalakiyên ku Kurdistanî çêdikin da, xizmetên tenduristî têne pêşkêş kirin.


Proje ya alîkariya lezgîn

projelezginYek ji cihên ku Heyva Sor a Kurdistanê xebatê lê dike jî, bi lez û bi bandor alîkarî kirina ji kesên di encama afatên xwezayî û şer û cengên çekdarî de mexdûr bûne ye.

Heta roja îro komela me bi rêz

  • Ji însanên me yên di keresata lehî û erdheja li Kurdistanê(di sala 2006’an da li Amedê, Êlih, Şernex û Mêrdînê, her weha erdheja li Dep a Elezîzê, li Kanîreşa Çewlikê, li Gimgima Muşê) bû de mexdûr ketin re,
  • Ji gelê me yên li Şengalê ku komkujî bi ser de hat in re,
  • Malbatên me yên mexdûrên şer ên li Urdunê bi cih bûne, ku ji ber cenga li Kurdistanê tê meşandin koçber bûne re,
  • Malbatên rewşenbîrên me, yên dema ji bo mafên mirovan dikoşiyan li Rojhilatî Kurdistanê ketin ber zulmê û mexdûr bûn re,
  • Gelê me yê li gundê Qendîlê dijîn, yê ku Komara Tirka wan bombebaran dike re
  • Malbatên gundê Peyanis ên 9 kesên wan, di 16’ê Îlona 2010’an da, ji alî bombebaran kirina Komara Tirkan va hatin kuştin ra,
  • Ji însanên mexdûr ketin, ên di keresata lehî û erdheja hinek welatên cîhanê(di sala 2004’an da Tsunami ya ku bû sedema kuştina 300 hezar însan û erdheja Haiti û hwd.) re, bi rêya Xaçasor û UNICEF,
  • Ji malbatên însanên me yên li Roboskî hatin kuştin re,
  • Ji gelê me yên muhtac re, alîkariyên fitre, zikat û boraqên di heyvên Qurban û Remezanên de hatine berhev kirin,
  • 80 ton pakêtên alîkariyê ku amûrên xwarinê yên bingehîn têde, ji gelê me yên hewcedar ên Colemergê, Amedê û Wanê re,
  • Bi sedan ton kinc(cil) hatin berhev kirin û ji gelê me yê feqîr û muhtac ên tevaya Kurdistanê re, hatine şandin.
  • Ji bo erdheja ku di 23’ê Cotmehê de li Wanê rûda, hema bi lez saziyên alîkariyê yên Kurdistanî li hev civiyan; yên Almanya, İngilistan, Swisre, Hollanda, Belçika, Fransa, Heyva Sor a Kurdistan a Swêdê û Roja Sor a Kurdistanê ya Avusturya û Komala Sol a Mezopotamya ya Danimarkayê, bi hev re kampanya alîkariyê despê kirin. Di vê kampanyayê de 1.300.000 € û nêzî 150 ton kinc hate berhev kirin.
  • Alîkariya pereyî, bi giranî ji bo tenduristî, xwarin û bicîhbûn û hwd.hate xerc kirin.
    Berhevkirina me ya kincan gelek bû, lê mixabin encex me bi tenê dikaribû ji Almanya 3 TIR û ji Swisre jî 3 TIR(hemû 6 TIR) bişandina. Yê mayî, me nikaribû bigihanda welat, ji ber ku Dewleta Tirka, fermî ferman da û li pêşiya şandina alîkariyên me bû asteng. Me jî, ji naçarî kincê me kom kiribû me firot û pereyê wan şand.

Li gel kincan, ji Swisre 190 kon, gelek sobeyên elektrikê û personelê perwerdekirî ku dikare li herêma erdhejê bi zanistî bi xebite hate şandin. Ji Almanya jî 269 konên zivistanî hate şandin.

*Alîkariya bi dayîkên me yên xebata aştiyê dide meşandin ra tê kirin, her dewam dike.


Projeya piştgrî bî zîndaniyan ra

projezindanEm, di cîhanek e de ku rindî û ne rindî di nava hevde ye de dijîn. Yê ku qenciyê dike jî însan ê, yê ku xerabiyê dike jî insan e. Ji ber ku insan ne mukemel e, dikare şaştiya bike. Li cîhanê weke çawa însanê ji sedî sed rind nîne, her weha ji sedî sed însanê xerab jî nîne. Ji yên li derve dijîn re çawa nikare were gotin însanê mukemel, her weha ji yên li zîndana ne re jî gotina xerab şaş e. Li ser bingeha vê têgînê, ji ber çi sedemê dibe bila bibe li welat, li Evrupa an jî li kîderê dibe bila bibe, ji însanên me yên girtî re alîkarî, her dewam tê kirin.


Projeya xebata hevpar a bi sazî û dezgeyên hemaheng re

Heta roja îro, ji xebata di vî warî de hatiye kirin, encam nehatiye wergirtin. Belê li ser vê projeyê xebat dewam dike.
Heyva Sor a Kurdistanê ya Almanya yê; bi Kurde Rouge Crossant a li Fransa, Koerdiesche Rode Halve Maan a li Hollanda, Heyva Sor a Kurdistanê ya li Swisre, Kurdiska Röde Halvmanen a li Swedê, Roja Sor a Kurdistanê a li Avusturya, Koerdiche Rode Halve Maan a Belçika, Kurdish Red Moon, Stöttenforeningen Mesopotamians Sol a li Danimarka, CIBO ya Hollanda û AGAPA ya Swedê re, ku ji bo heman armancê hatine damezrandin, li ser hinek projeyan xebatên hevpar didin meşandin.


Di encamê de

zarok_tene-300x236Di jiyana însanan da, bi tenê pêşbirkek rast heye. Ew jî, pêşbirka ku ji bo însaniyetê tê kirin e. Em di vê pêşbirkê de dibêjin; cîhan welatê me yê, mirov xuşk û birayên me ne, kirina rindî û alîkariyê jî baweriya me ye.

Werin em hemî bi hev re beşdarî vê pêşbirkê bibin. Em jibîr nekin ku, pêkanîna bi tenê alîkariyek bi çûk jî, jiyanekê rizgar dike!

Spas ji bo alikariya we.